Li Diyarbekirê qezaya trafîkê: 3 mirî

Li Diyarbekirê qezaya trafîkê: 3 mirî
DIYARBEKIR-Hat ragihandin li ser Rêbeja Diyarbekir-Mêrdînê 2 otomobîl li hev qelibîn, di qezaya ku li ser Rêbeja Diyarbekir-Mêrdînê pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û kesek jî giran birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza derdora seat 13.00an de li ser 20emîn kîlometreya Rêbeja Diyarbekir-Mêrdînê pêk hat. Otomobîla bi plaqeya 21 TD 100 a ku ji Êlihê ber bi Diyarbekirê ve dihat ji ber ku tekela wê teqiya li otomobîla ku ji hember ve dihat qelibî. Di qezaya ku pêk hat de Orhan Akgun, Mehmet Saîd Çîftçî û Şeyhmus Koşam jiyana xwe ji dest dan û kesê bi navê Bulent Ay jî giran birîndar bûn.

Ji ber qezaya ku pêk hat ji bo demekê rê ji trafîkê re hat girtin û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.