Zarokên Diyarbekirî ji bo nimêjê meşiyan

Zarokên Diyarbekirî ji bo nimêjê meşiyan
DIYARBEKIR-Zarokên ku li Diyarbekirê ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve di warê nimêjê de hatin perwerdekirin, ji bo balan bikşînin li ser girîngiya nimêj û îbadetan li Mizgefta Mezin a Sûra Diyarbekirê bi şikleke girseyî nimêj kirin.

Weke ku tê zanîn ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve “Meha Tebaxê Meha Nimêjê” hatibû îlankirin û li her derê heremê di bergehê vê bernamê de 15 rojên ewil perwerdehiya nimêj û destnimêjê hat dayîn.

Zarokên ku hînî nimêjê bûn li Mizgefta Hz. Silêman a ku lê 27 sahabî medfûn in li hev civiyan û li wê derê nimêja nîvro digel cemaat eda kirin û dû re ber bi Mizgefta Mezin a Sûra Diyarbekirê meşiyan.

Zarokên ku di rê de salawat û tekbîran dianîn dirûşmeyên mîna “Nimêj sitûna dîn e” avêtin. Meşa zarokan û dirûşmeyên ku zarok avêtin bala derdorê kişand û xelkê derdorê helwesta zarokan a di warê nimêjê de pir eciband.

Zarok dema ku gihaştin mizgeftê 2 rikat nimêja şikrê eda kirin û 99 navên Xwedê zikir kirin.

Muezzînê Mizgefta Mezin Recep Sevuk piştî nimêjê ji zarokan re derheqê girîngiya nimêjê de sohbetek kir. Sevuk di sohbeta xwe de destnîşan kir ji bo tesdîqkirina yekîtiya Xwedê wezîfeya herî mezin e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nimêj nîşaneya îmanê ye û nûra qelban e, qewetê ruh e, mîraca mu’minan e. Dema ku em mirin ew ê hisaba nimêjê ji me bê pirsîn. Ger nimêj temam be înşallah ew ê ew kes xilas bibe.”

Koordînatorê Diyarbekirê yê Platforma Nesla Qur’anê Hayrî Başegmez jî derheqê bernameya ku hatiye tertîpkirin de destnîşan kir  zarokên ku bi nimêjê mezin bibin dê ji civak û malbatên xwe re gelekî bi feyde bibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger zarokên me bi nimêjê mezin bibin ew ê jiyana wan xweştir û baştir bibe.”

Zarokên bi navê Muhammed Cîhad Arana, Muhammed Şefîk Akyildiz  û Abdulwehap Keşlî jî ji ber tertîpkirina bernamê kêfxweşî û şahiyên xwe anîn zimên.

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.