Li 15 gundên Farqînê qedexeya derketina derve

Li 15 gundên Farqînê qedexeya derketina derve
DIYARBEKIR-Li gor daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hat dayîn de  hat destnîşankirin li 15 gundên girêdayê Farqînê qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Li gor daxuyaniya ku hat dayîn di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê, îro ji serê sibê saet di 06:00an pê ve li 15 gund û gundikên di nav sinorê Farqînê de ne qedexeya derketina derve hat îlan kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de derbarê mijarê de wiha hat destnîşankirin: “Heta daxuyaniyeke din li gund û gundikên girêdaye navçeyê Kazandağı, Demîrkuyu, Özluce, Esenyol, Dariseven, Ûslûca, Boğazönu, Toklar, Kalemlî, Tarakli, Çatak, Gurpinar, Dönenkaya, Çalönu û Tarimovayê qedexeya derketina derve hatiye îlan kirin.”

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.