Bi fermana serokê şaredarîyê zabita êrîşî me kirin

Bi fermana serokê şaredarîyê zabita êrîşî me kirin
DIYARBEKIR-Altun di daxuyanîya ku derbarê mijarê belav kir de diyar kir bes ew mesela pazarê biaxivin çûne şaredarîyê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di serî de ez çûm Serokê Şaredarîya Baxlarê. Soz da min û got ‘Ez ê pazarê dîsa bînim cihê wê berê, lê biçe taxê bo vê yekê îmze belav bike.’ Ez jî hatim û hezar îmze berhev kir.

Min ji van îmzeyan 500 hebî da Qeymeqamtîya Baxlarê û 500 hebî jî da Serokê Şaredarîya Baxlarê. Piştî heftîyek ji ser re derbas bû dîsa ez çûm şaredarîyê. Lê belê bi talîmata serokê şaredarîyê zabita êrîşî min û heyeta digel min kirin û nehştin em têkevin şaredarîyê. Serokê şaredarîyê ji me re got ‘ Pazar a min eî qerar a min e, ez tu kesî nas nakim, dê cardin li wê derê Pazar neyê vekirin.’ Dîsa ez çûm ba Qeymeqamê Baxlarê û min probleman jê re got, wî jî ji min re got ‘Em ê ji te re û ji xelkê xwe bibin alîkar.’ Lê belê ev bû mehek ku hêj Pazar nehatiye. Pazarva n hatin vê derê, lê bi hatina wan zabita êrîşî wan kirin. Millet mexdûr bûye.”

Altun di dawîya axavtina xwe de diyar kir piştî ku pazar ji wê derê hat rakirin re kesên sewze û fêkîyan difiroşin firingîyên bi lîreyekê bi 4-5 lîreyan difiroşin. Altûn dû re bang li walî kir da ku ji wan re bibe alîkar.

Rayedarên Şaredarîya Baxlarê  yên ku me derheqê mijarê de bi wan re hevdîtin kir derbarê mijarê de diyar kirin ji ber taleba ku ji teref Midûrtîya Perwerdehîya Neteweyî ya Bajêr ve ji Qeymeqamtîya Baxlarê hatiye kirin ku Pazar bê rakirin û ji ber vê yekê jî pazar hatiye rakirin.

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.