Musteşara Sefareta Hollanda HUDA PARê ziyaret kir

Musteşara Sefareta Hollanda HUDA PARê ziyaret kir
DIYARBEKIR-Hat ragihandin Elke Merks-Schaapveld Musteşara Karên Sîyasî ya Sefareta Hollanda û heyata pê re Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê ziyaret kir.

Heyet ji teref Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu û alîkarên wî ve hat pêşîwazîkirin.

Elke Merks di hevdîtina ku hat kirin de diyar kir armanca wan a hatina bajêr ji nêz ve naskirina bajêr û di cihê wê de dîtina probleman e. Elke Merkes her wisa di hevdîtinê de ji HUDA PARê derbarê meseleyên mîna OHAL, meseleya Kurdan û HUDA PARê de xwest ku bê agahdarkirin.

Di hevdîtinê de di serî de li ser meseleya Kurdan, pêvajoya çareserîyê, siyaseta çalan, pirsgirêka PKKê hat axavtin û bal hatin kişandin li ser wehşet û hovîtîya ku bi bihaneta bûyerên Kobanî di 6-8ê Cotmehê de hatine kirin.

Tanrikulu di hevdîtinê de qala bi şikleke wehşîyane qetilkirina Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî kir û dû re heyeta ku derbarê 400 êrîşên ku di navbera 5 salan de li HUDA PARê hatine kirin de agahdar kir û dû re qala hêla bûyeran ên di çapemenîyê de xuya nekirine kir

Di hevdîtina ku hat kirin de hat ragihandin dewletên Ewrûpayê xwedî li FETO derdikevin û helwesta Ewrûpayê ya ji bo 16ê Nîsanê hat rexnekirin.

Di hevdîtinê de heyeta ku hatibû ziyaretê ji Tanrikulu derbarê êrîşên ku bi hinceta bûyerên Kobanî hatibûn kirin de pirsan kirin, dema ku Tanrikulu van pirsên wan dibersivand heyet ecêbmayî ma.

Elke Merks-Schaapveld Musteşara Karên Sîyasî ya Sefareta Hollanda derbarê mijarê de diyar kir ew xwe di derdoreke pir rihet û aram de hîs  kirine û ji ber ku HUDA PAR wan qebûl kiriye ji wan re spas kir.

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.