Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Fîlîstînê HUDA PARê ziyaret kir

Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Fîlîstînê HUDA PARê ziyaret kir
DIYARBEKIR-Sekreterê Giştî yê Alimên Fîlîstînê Nevaf Tekrûrîyê ku bo ziyaretinan hatibû Diyarbekirê Serokatîya Bajêr a HUDA PARê ziyaret kir û bo hesasîyeta wan a Quds ji wan re teşekur kir.

Tekrûrîyê ku çû ziyareta HUDA PARê ji teref Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Bahaddîn Temel û lijneya digel wî hat pêşîwazîkirin.

Di hevdîtina ku di avahîya partîyê hat kirin de di serî meseleya Qudsê û yên mîna plana şer a Serokê Amerîka, xwepêşanên ku bo Qudsê hatin tertîpkirin û 3yemîn întîfadaya ku rû daye hatin gotûbêjkirin.

Tekrûrî nexasim ji ber wê mîtînga bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikevin” a ku li Diyabekirê ji teref HUDA PARê ve hat tertîpkirin kêfxweşîyên xwe anî zimên û ji HUDA PARê re teşekur kir û got divê ev cûr mîtîng berdewam bikin.

Tekrûrî di hevdîtina ku hat kirin de her weha diyar kir ew întîfadaya sêyemîn a ku piştî qerara naskirina Qudsê wek paytexta sîyonsîtan a Amerîka her ku diçe tesîra xwe zêde dike û divê temamê Mislimanan destekê bidin vê berxwedanê.

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.