Bila qerarên daraza sîyasî ya 28ê Sibatê bên îptalkirin

Bila qerarên daraza sîyasî ya 28ê Sibatê bên îptalkirin
DIYARBEKIR-Temsîlkarên STKyên Îslamî yên ku li Parka Koşuyoluya Yenîşehîrê kom bûn destnîşan kirin girtîyên 28ê Sibatê zêdetirî 20 salan di girtîgehê de tên girtin û dê, bav, zêc û zarokên wan di rêyên girtîgehan de tên mexdûrkirin ku divê qerarên daraza sîyasî ya 28ê Sibatê bên betalkirin.

Metna daxuyanîyê çapemenîyê li ser navê STKyan ji teref Mehmet Turan ve hat xwendin.

“Kesên ku darbeya 28ê Sibatê kirine digel hakim û dozgeran tev bi daxwaza cezaya hepsa muebbet tên darizandin”

Turan di daxuyanîya ku xwend de destnîşan kir di van rojên ku tê de qala mexdûrên 28ê Sibatê bi şikleke zêde tê kirin de digel ku gelek tişt guhartin be jî ew dibînin ku mexdûrîyeta mexdûrên 28ê Sibatê ji rastê nehatine rakirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Digel ku 21 sal ji ser derbas bûbe jî him hisabê wan heyatên ku ji teref 28ê Sibatê ve hatine dizîn nehatîye pirsîn û him jî mexdûrîyeta 600 kesên ku 20 salan di girtîgehan de ne û mexdûrîyeta malbatên wan hêj berdewam dike. Niha ew kesên ku destên wan di 28ê Sibatê de hene ango kesên ku darbeya 28ê Sibatê kirine digel hakim û dozgeran tev bi daxwaza cezaya hepsa muebbet tên darizandin ku di pêvajoyeke wisa de jî ev kesên ku ji teref van kesan ve hatine mexdûrkirin û malbatên wan hêj tên mexdûrkirin.”

“Mahpûsên 28ê Sibatê hêj wek mexdûrên darbeyê di girtîgehan de tên girtin”

Turan di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir mahpûsên 28ê Sibatê hêj wek mexdûrên darbeyê di girtîgehan de tên girtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku hisabê 12ê Îlonê nehat pirsîn 28ê Sibatê derket holê û dîsa ji ber ku hisabê 28ê Sibatê jî nehat pirsîn 15ê Tîrmehê derket holê. Ew mahpûsên 28ê Sibatê yên ku bêsûc û belesebeb û bi delîlên sexte hatin girtin hêj wek mexdûrên darbeyê di girtîgehan de tên girtin. Ji darbeyan hisab pirsîn encax ji holê rakirina mexdûrên kesên ku di 28ê Sibatê de hatine mexdûrkirin û bi cezakirina kesên ku 28ê Sibatê kirine mimkûn e.

“Girtîyên 28ê Sibatê bêyî nîşandana hincetekê û taloqê divê demildest bên berdan”

Turan di dawîya daxuyanîya ku da de destnîşan kir divê ew qerarên daraza sîyasî ya 28ê Sibatê bên îptalkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Girtîyên 28ê Sibatê bêyî nîşandana hincetekê û taloqê divê demildest bên berdan û wezîfeyên xwe re bên îadekirin.”

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.