PKKyîyê hat kuştin plankerê sûîqesta Aytaç Baran bû

PKKyîyê hat kuştin plankerê sûîqesta Aytaç Baran bû
DIYARBEKIR-Di 9ê Hezîrana 2015an de bi talîmatê Mûrat Uçer êrîşeke çekdarî li Serokê Îhya-Derê Aytaç Baran hatibû kirin û Baran şehîd bûbû. Do li Liceya Diyarbekirê Mûrat Uçerê PKKyî û 3 kesên bi wî re bi operasyonekê hatin kuştin.

Di operasyona li Licê hat rastkirin de Mûrat Uçerê bi qodnava Eylul dihat naskirin û yê ku qaşo ‘berpirsyarê eyaleta Amedê’ bû hat kuştin. Wekî bê bîranîn ku Uçer, talîmatê sûîqesta Aytaç Baran jî dabû.  

Li gor agahîyên di çapemenîyê de derketibûn de Ûçer di 8ê Hezîranê de talîmatê sûîqestê dabû û ev yek jî di raporên îstîxbarî de jî derketibû holê.

PKKyîyê din jî xwarzîyê berpirsyarê qetlîama Herbecin û Baqwsê ye

Li hêla din di heman operasyonê de Velî Taşkiran jî hat kuştin. Derket holê ku Velî Taşkiran xwarzîyê Bûrhan Taşê berpirsyarê êrîşa ku li gundikê Baqwsa Sûra Diyarbekirê hat rastkirin û ew êrîşa bûbû sedema qetilkirina 16 kesan û birîndarîya 23 kesan.

Di îdîanameya qetlîama Baqwsê de wiha tê gotin: “Taşê gumanbar li çolterîya Lice yê bi çek û li ser navê rêxistina terorê ya PKKê faliyetan dike û ji bo wan milîsîyê dike. Di navbera endamê rêxistina terorê ya PKKê de agahî dibir û dihanî. Ji bo ji rêxistina terorê re milîsan kom bike xebat dikir. Diçû çiyê û bi endamê PKKê yên paye bilind re hevdîtin dikir. Ji bo endamên rêxistina terorê ya PKKê xida û materyal dibir. Ji bo Mûrat Uçerê bi qodnava Eylul dihat naskirin û ji bo Velî Taşkiranê bi qodnava Botan dihat naskirin milîsî dikir. Li gor talîmatên ji vana digirt hereket dikir. Li ser talîmatên girt li gundikê Baqwse yê ew êrîşa bombeyî da kirin. Taşê gûmanbar xalê Velî Taşkiranê hat kuştin bû.”

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.