Em tewsiye dikin ku kesên rayedar ji Îmtîhana Siyerê re nebin asteng

Berdevkê Paltforma Evîndarên Pêxember Yahya Ograş  ji ber ku  li hinek navendan hinek rayedar ji Îmtîhana Siyera ya ku dê di 29ê Çilê de bê tertîpkirin re dibin asteng ji rewşê re bertek nîşan da  û ji rayedaran daxwaz kir ku ji vê xetayê demildest bê vegerîn.
Berdevkê Paltforma Evîndarên Pêxember Yahya Ograş  ji ber ku  li hinek navendan hinek rayedar ji Îmtîhana Siyera ya ku dê di 29ê Çilê de bê tertîpkirin re dibin asteng ji rewşê re bertek nîşan da  û ji rayedaran daxwaz kir ku ji vê xetayê demildest bê vegerîn.

Ograş di axavtina xwe ya ku di derbarê mijarê de kir de destnîşan kir ew hêvî dikin ku hemû kes di nava xebateke wisa bi xêr de bin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku em van xebatên xwe didomînin tu car fikareke me ya bila ‘di bin hakimiyeta me de bin’ tuneye.  Em dibin wesîle ku temamê camîayên Îslamî eşqa pêxember di nava xelkê de geş û belav bikin. Em di vê mijarê de him bi piştgiriya xwe û him jî bi duayên xwe li ba wan in. Dil dixwast ku temamê camîayên Îslamî, mekteb  û diyanet di nava  vê xebatê de bana û xwezî destek dabana.  Em hêvî dikin hemû kes li gor derfet û îmkanên xwe di vî warî de ji me re bibin alîkar.”

“Em tewsiye dikin ku kesên rayedar ji Îmtîhana Siyerê re nebin asteng”

Ograş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir digel temamê temenî û erzûyên wan  hinek însan dixwazin ji Îmtîhana Siyerê re bibinb asteng û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di derheqê kesên rayedar ên ku dixwazin ji îmtîhana siyerê re bibin asteng de ji ser hisabên medyaya civakî rexne û tenkîd tên kirin. Em ji wan şexs, mewqî û rayedarên ku tên rexnekirin re tewsiye dikin bila ji îmtîhana siyerê re nebin asteng. Bila em tev  di bin siha hezkirina pêxemberê xwe de werin ba hev  û vî karî digel hev birêve bibin û ji bo vî karî tev de hereket bikin.

 “Heta îro kî ji hezkirina pêxember re dijmintî kiribe felah nebûye”

Ograş di dawiya axavtina xwe de diyar kir  nexasim  hinek kes ji îmtîhanê re astengiyan derdixin û dixwazin sabote bikin û  her wiha  hinek kes raporên nerast didin mewqiyên li ser xwe da ku ji îmtîhana siyerê re bibin asteng. Ograş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Yazixê li xwe nekin. Heta îro kî ji hezkirina pêxember re dijmintî kiribe felah nebûye. Ji bo îmtîhanên ku dê li cûrbecûr cihên Anatoliyê bên kirin destûr hatiye dayîn. Lê hinek der hene ku em hêvî dikin astengên li ber îmtîhanê bi agahiyên ku dê ji meqamên ji jorê ji wan re bên werin rakirin. Ji bo me tiştê girîng û esas hînbûna jiyana Rêsûlullah e û taqîpkirina sunneta Wî ye.”

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.