Nayê texmînkirin ku zêr zêde bikeve

DİYARBEKİR-Serokê Giştî yê Federasyona Zêrker û Micevheran ê Herêma Rojhilatê û Rojhilata Başûrê (GÜNDOKFED) Mustafa Akkul di derbarê qîmeta zêrê de nirxandin kir û destnîşan kir ku zêr benderekî ewledar e. Akkul ragihand ku ew texmîn nakin ku dê zêr zêde bikeve.
DİYARBEKİR-Serokê Giştî yê Federasyona Zêrker û Micevheran ê Herêma Rojhilatê û Rojhilata Başûrê (GÜNDOKFED) Mustafa Akkul di derbarê qîmeta zêrê de nirxandin kir û destnîşan kir ku zêr benderekî ewledar e. Akkul ragihand ku ew texmîn nakin ku dê zêr zêde bikeve.

Akkul destnîşan kir ku zêdebûna qîmeta zêrê ji ber şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn e. Her wiha Akkul diyar kir ku zêr her wext benderekî ewledar e.

Akkul destnîşan kir ku zêr di derbarê qîmeta xwe de berxwe dide. Dûvre Akkul wiha li axavtina xwe zêde kir: “Qîmeta grama xas 147 TL ye. ONSa wê jî di derdora 200 dolaran de ye. Zêr di derbarê qîmeta xwe de berxwe dide. Di zêrê de dê ketin çêbe. Lê zêde ne. Em dikarin bibêjin ku nayê texmînkirin dê zêr bikeve.”

“Sedema zêdebûna qîmeta zêrê şerên navneteweyî ne”

Akkul sedemên zêdebûna qîmeta zêrê wiha diyar kir: “Her çi qas mirov nekare bistîne jî bi vê yekê re li hemberê dolarê qîmeta TLyê kêm bibe dibe sedema zêdebûna zêrê. Dolara ku zêde dibe dema em bi ONSê re bicarînin dê em bibînin ku zêr zêdetir e. Sedema zêdebûna qîmeta zêrê şerên navneteweyî ne. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin zêr di sala 2017an de benderekî ewledar e. Em çendîn sal e dişbêjin zêr pererazandinekî baş e.”

“Ji ber zêdebûn û ketina ji nîşkave ya zêrê sektora me dixe zorê”

Akkul destnîşan kir ku wek sektor ew hêvîdar nînin ku zêr zêde bibe. Dûvre Akkul wiha pê de çû: “Ji me re îstîqrar lazim e. Dema ku zêr zêde rabe dibe ku em nekarin sifteh bikin. Serfkar dibêje; ‘niha zêr rabû, ez hinek jî bisekinim dê wê çaxê bikeve.’ Kesên ku dixwazin hûr bikin jî dibêjin; ‘dibe ku hinek jî rabe.’ Ew jî hûr nake. Di rewşekî wiha de esnafê me zehmetî dikêşe. Ji ber zêdebûn û ketina ji nîşkave ya zêrê sektora me dixe zorê.”

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.