Ji bo bernameyên Wîladeta Pîroz bi zimanên cuda îlahî hatin amadekirin

DIYARBEKIR-Hunermendên Ozlem Ajansê yên ku di bernameyên Wîladeta Pîroz ên ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tên lidarxistin de awaz û îlahî dibêjin ji bo îsal bi Erebî, Kurdî (Kurmancî-Zazakî) û Tirkî beste çêkirin.
DIYARBEKIR-Hunermendên Ozlem Ajansê yên ku di bernameyên Wîladeta Pîroz ên ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tên lidarxistin de awaz û îlahî dibêjin ji bo îsal bi Erebî, Kurdî (Kurmancî-Zazakî) û Tirkî beste çêkirin.

Kişandina qlîbên ku wek awaz di nav xwe de wesfên Hz Muhammed (as) dihewînin hatin temamkirin. Dê ev avaz û îlahî di bernameyên Wîladeta Pîroz de werin gotin.

Sekreterê Giştî yê Platforma Evîndarên Pêxember Cemîl Cahît Unsal di derbarê mijarê de daxuyanî da. Unsal diyar kir ku wek platform wan bernameyên di bergeha bernameyên Wîladeta Pîroz de hatine amadekirin guhdar kirine.

Unsal diyar kir ku wan vê xebatê ecibandine. Dûvre Unsal wiha pê de çû: “Ozlem Ajans û hunermendên wê her sal piştgiriya mezin didin platforma me. Dê îsal jî piştgirî bidin. Xweda xêra wan qebûl bike. Ozlem Ajans endamê Platforma Evîndarên Pêxember e. Di qad û meydanan di bi awaz û îlahiyên ku dibêjin xwe îsbat kirine. Ez ji wan re teşekur dikim.”

Midûrê Giştî yê Ozlem Ajansê û Hunermend Mehmet Alî Oguz diyar kir ku bernameyên Wîladeta Pîroz îlhamê dide wan. Dûvre Oguz wiha diyar kir: “Ev nêzî 10 sal e ku bi teleb û daxwaziyên wan em îlahî û qlîban amade dikin. Wek Ozlem Ajans, me berhemên Kurdî (Kurmancî-Zazakî), Erebî û Tirkî amade kirine. Niha em qlîban dikêşin. Dema ku qala Platforma Evîndarên Pêxember tê kirin Pêxemberê me (as) tê hişê mirov. Dê berhemên me di derbarê wesfên Hz Muhammed (as) bibe.”

Hunermendên Ozlem Ajansê:

Mehmet Alî Oguz, Bîlal Guler, Remzî Esmer, Mustafa Altintop, Hîkmet Kiyançiçek, Burhanettîn Cebba, Bîlal Dalkiliç, Mehmet Nur Yonden, Selamî Guneş, Ozcan Atsat, Şeyhmus Çakmak û Mahfuz Aktekîn.

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.