Yetîm-Der dê li Diyarbekirê 22 kesan bizewicîne

DIYARBEKIR-Yetîm-Dera ku di sala 2010an de hatiye damizrandin ji roja ku hatiye damizrandin vir ve xebatên xwe bênavber didomîne. Yetîm-Der ew ê di bergeha projeya ‘ Gava ber bi hizûrê ve’ ya ku di sala 2011an de hatiye destpêkirin de  22 kesan bizwicîne.
DIYARBEKIR-Yetîm-Dera ku di sala 2010an de hatiye damizrandin ji roja ku hatiye damizrandin vir ve xebatên xwe bênavber didomîne. Yetîm-Der ew ê di bergeha projeya ‘ Gava ber bi hizûrê ve’ ya ku di sala 2011an de hatiye destpêkirin de  22 kesan bizwicîne.

Serokê Yetîm-Derê Fîkrî Karavîl di derbarê mijarê de diyar kir  ew ji xortên ku derfetên wan tuneye re alîkariya maddî û manewî  kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew ê daweta 22 kesan di 2ê Tebaxê de roja yekşemê bê kirin. Ji ber vê yekê em li benda alîkariya kesên xêrxwazan in.”

“Heta îro me di warê zewacê de ji 155 kesan re bû alîkar”

Karavîl di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew hewil didin di warê zewacê de ji xortan re hindik û kêm be jî bibin alîkar û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heta îro me di warê zewacê de ji 155 kesan re bû alîkar û em ê van alîkariyan bidomînin. Ji ber vê minasebetê em li benda alîkariya xêrxwazan in. Em bi vê wesîlê bang li xelkê xwe dikin da ku destekê bidin vê projeya me.”

Karavîl di dawiya axavtina xwe de diyar kir xort serî komeleya wan didin da ku em di warê zewacê de ji wan re bibin alîkar û ew jî ji ber van serîlêdanana nirxandinan dikin û li gor rewşê  ji wan re dibin alîkar.

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.