Ji zimanê şahidan qetlîama Sûsayê

Ji zimanê şahidan qetlîama Sûsayê
DIYARBEKIR-Berî 25 salan dema ku dîrok 26ê Hezîrana  1992an nîşan dida PKKyiyên hov û çekdar erka tebîata xwe bi cî anîn û xwe berdan gundê Sûsaya Farqînê. PKKyiyên cil û bergên eskeran li xwe kiribûn 2 jê tev de 10 Mislimanên ku di camiyê îbadetên xwe eda kirin dan ber guleyan û bi şikleke wehşî hovane wanan qetil kirin. Kesên ku ji qetlîama wê rojê re bûn şahid qala hovîtiya PKKê kirin.

Mehmet Mekî  Çetînkayayê ku ji qetlîamê re bûbû şahid diyar kir ew kesên ku di camiyê de hatin qetilkirin Muminên pak û tahir bûn û tu zirara wan ji derdora xwe re tunebû.

Mekî Çetînkaya di berdewama axavtina xwe de qala qetlîama ku wê rojê hatibû kirin kir û dû re tiştên ku ew ji wan re bûbû şahid wisa anî zimên: “Piştî ku xebera qetlîamê ji me re hat ez û hevalekî min em tev de hatin gund. Li ser serê cinazeyan tu kes tunebû. Rehmetliyê apê min Mela Hisnî û Hecî Mistefa bi birîndaran re hatibûn Farqînê. Min  li ser serê cinazeyan geriyam û min tekbîr anî. Ez heta şeveqê li gund mam. Dema ku bû şeveq me rihaşte cinazeyê şehîdên xwe.”

Mehmet Mehdî Fîdanciyê ku li gund dijî û ji ber ku mêvanê wî hebûn wê şevê ji camiyê zû derketibû di derheqê meselê de diyar kir tu kesî  wê rojê ji kesên ku di qetlîamê de birîndar bûbûn re nebûne alîkar .

“Kesên birîndar ji ber jêçûna xwînê jiyana xwe ji dest dan”

Fîdanci di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKK li gundên derdorê zext li gundiyan dikirin da ku di camiyan de dersê nedin û dû re wiha qala qetlîama Sûsayê kir : “Wê şevê ez çûbûm camiyê. Piştî nimêja eşayê ji ber ku mêvanên min hebûn ez derbasî malê bûm. Dema ku ez gihaştim malê dengê çekan hat. Ez çûm camiyê. Beriya bûyerê min PKKyiyan di nav gundiyan de dît. Tiştê herî pîs û neqenc di nav bûyerê de cî girtina gundiyan bû. Mislimanan ji camiyê derxistin û li ber camiyê wan şehîd kirin. Min yek bi yek li wan nihêrt, birîndar bûbûn. Me xwestd birîndarên xwe bibin nexweşxanê, lê şofêr di nav me de tunebû û ji gundiyan jî tu kes me nedixist wesayîta xwe û ji me re nebûn alîkar. Kesên birîndar ji ber jêçûna xwînê jiyana xwe ji dest dan.”

“Şehîd mudawîmên camiyê bûn, zarokên gund dianîn mizgeftê”

Fîdanciyê ku ji qetlîamê re bûbû şahid di berdewama axavtina xwe de wisa qala exlaqa şehîdan kir: “Şehîd mudawîmên camiyê bûn. Zarokên gund dianîn mizgeftê. Carekê gund li ser serê me kom bûn, ji me re gotin ku em ê wê ji camiyê derxin û em ê we bikujin. Ji me re gotin ‘Hûn çima tên camiyê û zarokên xwe bi xwe re tînin?’ Ji nav wan du kes gotin ‘Ka binêrin dersa çi didin, pêşî ka em lê binêrin.’ Dû re gundiyan hatin mêzandin ka em dersa çi didin. Dema ku hatin dîtin em dersa Qur’an û Siyerê didin wiha gotin ‘Em ji xwe ji van re mecbûr in, çima hûn li wan zext û zilmê dikin.’ Dû re çûn. Gundî her tim zilmê li me dikirin. Li ser milên wan çekên wan hebûn, lê belê çekên me tunebûn.”

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.