Medrese Ilmên Îslamî li ser piyan digrin

Medrese Ilmên Îslamî li ser piyan digrin
DIYARBEKIR-Endamê Lijneya Birêveberiya Îttîhadul Ulemayê Evdilqudus Yalçin, çanda medreseyan ji ÎLKHAyê nirxand. Yaliçinê ku di derheqê mijarê de nirxandinan kir diyar kir medrese Ilmên Îslamî li ser piyan digre û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi saya medreseyan ilm gihaştin roja me û ya ku ilmên Îslamî li ser piyan digre medrese ne. Malûmê we ye ev kevneşopî ji dema pêxemberê me vir ve bê navber di nav alema Îslamê de berdewam dike. Di dewra Saadetê de li ber Mecîdî Nebewî cihekî bi sih hebû ku jê re ‘Sûffa’ dihat gotin. Di wir de kesên feqîr û bêkes diman û tiştên ku Resûlullah ji wan re digot hifz dikirin. Ew kesên ku di warê hedîs û Qur’anê de ji ummetê rêbertî kirine di wir gihaştine. Vaye di dewra me de jî medreseyên me wezîfeya ‘Sûffa’yê dibînin. Ew ilmên ku di Sûffatê de ji sehabiyan re dihat dayîn îro di medreseyan de tê dayîn. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje li ser piyan sekinîna ilmên Îslamî bi medreseyan ve girêdayiye. Ger medrese tûnebûn dê ilmên Îslamî ji holê rabin.”

“Zarokên biaqil, zîrek û jîr bişînin medreseyan”

Yalçin di berdewama axavtina xwe de banga xwedîderketina medreseyan kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê temamê dê û  bavan li medreseyan xwedî derkevin. Xwedîderketin jî wisa dibe: Pêwîst e zarokên xwe yên herî jîr, bi aqil û zarokên xwe yên ku ew gelek tiştan ji wan hêvî dikin bişînin medreseyan. Divê em bişînin da ku him medreseyên me îhya bibin û him jî bi saya van medreseyan bila dînê me bibe.”

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.