200 hezar çêlîkên masiyan hatin berdan Bendava Goksuyê

200 hezar çêlîkên masiyan hatin berdan Bendava Goksuyê
DIYARBEKIR-200 hezar çêliyên sazanan ên ku ji teref Midûrtiya Herema 10emîn a Karên Avê yên Dewletê ve ji Bendava Kebanê hatin anîn hatin berdan Bendava Goksuyê.

Qeymeqamê Çinarê Selamî Kaya, Midûrê Herema 10emîn a Karên Avê yên Dewletê Murat Dagdevîren û midûrên şubeyan ên Karên Avê yên dewletê beşdarî bernameya berdana avê ya çêliyên masiyan bûn.

Dağdevîrenê ku Midûrê Herema 10emîn a Karên Avê yên Dewletê ye derheqê mijarê de diyar kir ew ê heta dawiya vê salê 4 milyon çêlîkên masiyan din jî berbidin golên bendavan.

Dağdevîren di berdewam axavtina xwe de diyar kir ew bi van xebatên ku dikin ji rexekî ve masîgiriyê dewlemed dikin û dû re wiha li axatina xwe zêde kir: “Di vî warî de em xebatan dikin. Me îro 200 hezar çêliyên sazanan ên ku ji teref Midûrtiya Herema 10emîn a Karên Avê yên Dewletê ve ji Bendava Kebanê hatin anîn berdan Bendava Goksuyê.”

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.