Di gola ku ava wê vekişiya de bi hezaran masî telef bûn

Di gola ku ava wê vekişiya de bi hezaran masî telef bûn
DIYARBEKIR-Li Kayapinara Diyarbekirê di goleke bi navê Guzel a ku pê axên gundên derdorê dihatin avdan ji ber ku  av vekişiya bi hezaran masî telef bûn. Hat îddîakirin ji ber ku av vekişiyaye masî ji bê oksîjeniyê telef bûne.

Alaaddîn Çakirê ji şêniyên gund e derheqê mijarê de diyar kir ev hewadîsa ku pêk hatiye wanan xemgîn kiriye.

Çakir di berdewama axavtina xwe de diyar kir ava ku tê ser golê li gundekî din hatiye qutkirin û ji ber ku av hatiye qutkirin av kêm bûye û masî telef bûne. Çakirî dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Ji cihekê tenê av tê li ser vê bendavê  ku ew jî ji gundê Cabarê tê. Li wê derê yekî rêya avê girtiye û nahêle av were li ser golê. Ji ber vê yekê av vekişiya û gol zûwa bû û bi hezaran masî telef bûn.Gundiyan doz li wî gundiyê ku avê qutkitiye vekirin lê belê tiştek bi dest nexistin. 12 gund ji golê sûdê werdigirt, gelek masiyên ku tehma wan xweş e hebûn tê de.Niha hûn dibînin ka çi bûye. Ji ber ku ew masî telef bûne dilê mirov dişewite.”

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.