Bi tonan pîvazên ku nayên firotin xera dibin

Bi tonan pîvazên ku nayên firotin xera dibin
DIYARBEKIR-Cotkarên ku li Botika Çinara Diyarbekirê pîvazan çandine ji ber ku nikarin pîvazên xwe bifiroşin bi tonan pîvaz hema di erdê ku lê hatibûn çandin de xera dibin.

Cotkaran diyar kirin ew mecbûr dimînin pîvazên xwe bi bihayeke hindik li heremê bifiroşin û ji ber ku di van rojên dawî de tê îddîakirin ew ê Deriyê Sînor a Xabûrê bê girtin bêîstîqrarî derketiye holê ku ev yek jî dibe sedem ku nikaribin îxracatê bikin.

Cotkarê bi navê Hasan Özdemîr derbarê mijarê de diyar kir berî niha jî li van deran pîvaz dihatin çandin û ew jî ji ber vê yekê pîvaz çandine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dikandar pirs nake, yê ku pirsa pîvazan dike tune ye. Jixwe exlebeyê pîvazan di nav  erdan de xera bûne. Him ji ber germahiyê û him jî ji ber şert û mercên hewayê pîvaz di nav erd de man û exlebeyê wan xera bûn.Ez wê polîtîqaya dewletê ya zireatê naecibînim. Ger li welatekî tiştek zêde tê hilberandin divê rayedarên hikûmet û dewletê rêyên îxracatê bo wê mahsûlê vekin û ji cotkaran bibe destek.”

“Dewlet tu alîkariyê bi me nake”

Özdemîr di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew pîvazên xwe li gor bihaya ku ew dixwazin nikarin bifiroşin û dû re wiha pê de çû: “ Sala borî ji ber qeyrana balafirê îxracata li Rûsyayê hat sekinandin. Jixwe exlebeyê cotkaran malên xwe avêtin çopê. Piştî ku li Kurdistana Iraqê referandûm hat kirin re hat îddîakirin ku ew ê Deriyê Sînora Xabûrê bê girtin ku ev yek jî bû sedema bêîstîqrariyê. Dema ku ev yek hat gotin jixwe tuccar mal nekire. Cotkaran di nav zehmetiyê de dihêlin. Ji ber vê yekê cotkar mecbûr dimînin malên xwe bi 200, 210 û 230 quruşî bidin. Îro kîloya gubrê 60-70 lîre ye. mazot û derman jî heta tu bes zêde bûye. Ev mal bi mesrefê tê hilberandin û ne bi belaşî. Dewlet tu alîkariyê ji bo me nake.”

“Pîvazên me di nav erd de mane

Cotkarê bi navê Ehmed Demîr jî diyar kir ew bo karibin pîvazên xwe bifiroşin ji rayedaran alîkariyê teleb dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Niha pîvazên me di nav erd de mane. Em bo karibin pîvazên xwe bifiroşin ji rayedaran alîkariyê teleb dikin. Wek mînak dewlet çawa ku li Behra Reş findiqan bi tevahî distîne bila bi heman awayî li vê derê jî pîvazên me ser hevdû bistîne. Lewra ger em niakribin pîvazan bifiroşin ew ê pîvaz xera bibin.”

Demîr di dawiya axavtina xwe de diyar kir ji ber ku di van rojên dawî de tê îddîakirin ew ê Deriyê Sînor a Xabûrê bê girtin  bêîstîqrarî derketiye holê ku ev yek jî dibe sedem ku nikaribin îxracatê bikin.

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.