Li benda kadroyê bûn lê ji karên xwe bûn

Li benda kadroyê bûn lê ji karên xwe bûn
DIYARBEKIR-Hat ragihandin 180 karkerên taşeron ên ku di karên paqijiyê ya Zanîngeha Dîcleyê de dixebitîn heta doh jî li benda kadroyê bûn, lê belê bêyî nîşandana hincetekê ji karê xwe hatin derxistin.

Karkerên ku ji kar hatin derxistin li ber devê deriyên polînîkan ên Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê kom bûn û ji kar derxistinan protesto kirin. Karkerên ku ji kar hatine derxistin derbarê mijarê de diyar kirin  ew bi şiklekî bê hiqûqî ji kar hatine derxistin û ew îadeya heqên xwe dixwazin.

Sedat Demîrê ku ji wan karkerên ku ji kar hatine derxistin karkerek e derbarê mijarê de diyar kir xeber ji wan re nehatiye dayîn û wan ji kar derxistine û ew bi xwe jî nizanin dê rewşa wan çawa bibe. Demîr dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Niha bi birêbeberiya nexweşxanê re hevdîtin tê kirin, lê tiştekî eseh nayê zanîn. Em dizanin ku heta niha 180 karker ji kar hatine derxistin. Lê belê tê diyarkirin ew ê ev hejmar derkevî 340-600î. Bêyî ku hincetekê nîşan bidin li hevalan geriyane û ji wan re gotine ‘Hûn ji kar hatine derxistin, neyên kar, em naxwazin digel we bixebitin.’ Di vî warî de tiştê pêwîst çi be divê bê kirin. Em îadeya heqên xwe dixwazin. Ev yek bêhiqûqî ye û divê di demeke kurt de bê çareserkirin.”

Çend karkerên din ên ku ji kar hatine derxistin jî derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anîn zimên:

Oya Süer: “ Me naxin şûna însanan û xeberê nadim me û ji kar davêjin.”

Nuran Çalişkan: “Ji ber çi sûcî û bi çi heqî dawî li wezîfeya me anîn?

Musab Îmamoğlu: “ Di pey derxistina ji kar de em dizanin ku naskiriyên Galîp Ensarîoğlu hene.”

Ji beşa Çapemeniyê ya Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê derheqê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku hat weşandin de hat diyarkirin tu eleqeya ji kar derxistinan bi nexweşxanê re tuneye û fîrmaya taşeron dawî li karê karkeran aniye.

Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ji karkeran kesên ku malnişîn bûne dê dikaribin dest bi karê xwe bikin;lê belê ew ê yên din vegerin li serê karê xwe.

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.