Weqfa Yetîman dê ji Mislimanên Arakanî re alîkariyê bibe

Weqfa Yetîman dê ji Mislimanên Arakanî re alîkariyê bibe
DIYARBEKIR-Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Fîkrî Karavîl derheqê alîkariya ku dê bê kirin de ji endamê çapemeniyê re daxuyanî da û diyar kir ew ê wek weqfê sibe biçin Bangledeşê.

Karavîl di daxuyaniya ku belav kir de qala zilm û wehşeta ku ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîst ve tên kirin û diyar kir  ew ê bo Mislimanên Arakanî 10 bîrên avê bidin vekirin û ew ê 3 hezar û 500 paketa cil û berg û xwarina germ ji wan re belav bikin. Karavîl dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me bo van birayên xwe yên ku mexdûr bûne û hicret kirine û xwe spartine Bangledeşê kampanya alîkariyê da tertîpkirin. Ger Xweda nesîb bike em ê bi destê xwe wan alîkariyên ku di mehekê de hatine berhevkirin ji Diyarbekirê bibin Bangledeşê û ji Mislimanên Arakanî re belav bikin.”

“Li kû derê dinyayê mezlûm û mexdûrek hebe xelkê me jê re destê alîkariyê dirêj dike”


Karavîl di berdewama axavtina xwe  de diyar kir ew ê bo Mislimanên Arakanî 10 bîrên avê bidin vekirin û ew ê 3 hezar û 500 paketa cil û berg û xwarina germ û her wiha alîkariyên hwd. ji wan re belav bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me di bergeha kampanyayê de 250 hezar lîre berhev kir. Em van alîkariyên bi izna Xwedê ji wan kesên feqîr re bibin, ew ê kampanyaya me heta 12 berfanbarê berdewam bike. Ger îxtîyac hebe em dikarin serî lê bidin da ku kampanya bê dirêjkirin. Lê belê ew ê ev alîkariyên me berdewam bikin. Ev helk teqdîrkirinê heq dike. Lewra  Li kû derê dinyayê mezlûm û mexdûrek hebe xelkê me jê re destê alîkariyê dirêj dike.”

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.