Yilmaz: Divê hemû kes li dikandarê biçûk xwedî derkeve

Yilmaz: Divê hemû kes li dikandarê biçûk xwedî derkeve
DIYARBEKIR-Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Huseyîn Yilmaz û heyeta pê re digel hev li Farqîna Diyarbekirê dikandaran ziyaret kir û derd û kulên wan guhdar kir.

Yilmazê ku diyar kir ew digel yên dikandarên Farqînî li gelek cihan derd û kulên dikandaran guhdar kirine û di dema vê guhdarkirinê de dikandaran ji bêkariyê û nebûna kar gazin û gilî dikin.

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê bo dikandarên biçûk polîtîqayên ekonomîk ên ku dê ji dikandaran re bibin destek û piştevan bên tetbîqkirin ku ev yek muhîm e. Yilmaz dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Me derd û kulên dikandarên xwe guhdar kir. Me dît ku pêdiviya dikandarên Farqînê ji eleqê re heye. Em ê bo mişkîleyên ku hene bên çareserkirin çi ji destên me tê dê bikin û em ê van mişkîleyan ji rayedaran re veguhezînin. Em ê hewil bidin da ku mişkîle bên çareserkirin. Em bawer dikin ku divê hemû kes li dikandarên biçûk xwedî derkeve. Divê ew barê li ser milên dikandarên me yên ku hewil didin di nav bêderfetiyan de nan bibin malên xwe bên rakirin. Divê ew barê SGK û bacê ya li ser milên dikandarên  me bê rakirin. Di vî warî de wezîfeya herî mezin a hikûmetê ye. Divê mişkîleyên ku hene bên dîtin û bên çareserkirin. Em di vê bergehê de her tim bibin dengê dikandarên xwe.”

Yilmaz piştî ziyareta ku li dikandaran kir re digel heyeta pê re derbasî nimêja nîvro bû û hal û xatirê cemaeta mizgeftê pirs kir.

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.