Esnafê Sûrê: Em dixwazin xebatên rê bên xelaskirin

Esnafê Sûrê: Em dixwazin xebatên rê bên xelaskirin
DIYARBEKIR-Ji serê Îlona sala 2017an vir ve li Kolana Melîk Ahmeda Sûra navçeya Diyarbekirê xebatên rê hatin destpêkirin û hêj berdewam dikin. Ev xebatên rê yên ku hêj berdewam dikin zirarê didin esnafan û dibin sedem ku mexdûr bibin. Ji ber vê yekê dikandaran li dijî rewşê bertekdar in.

Dikandaran diyar kirin ji ber ku xebat gelekî berdewam kirin ew nikarin kar bikin û êdî gihaştine asteke wisa ku êdî nema dikarin kirêyên dikanên xwe bidin. Dikandar ji ber vê yekê ji rayedaran alîkariyê teleb kirinç

Tuncat Orhanê ku dikandar e derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku îş nabe ew heqê kirêyê xwe nikare bide û dikeve bi deynanç Orhan dû re wiha axivî: “ Ji me re gotin ku em ê riyeke nû çêbikin. Em jî hêvîdar bûn, me got ew ê tiştek baş bê çêkirin û dê ev yek zêde zehmetiyê nede me. Me ji endazyar pirs kir ka ew ê xebat heta kengî berdewam bikin. Endazyar ji me re got ‘Divê di 3 mehan de bê xelaskirin, di hevpeymanê de tiştekî wisa heye.’ Bo dikandaran 3 meh ne wextekî hindik e. Ev du meh çêbûn, lê belê çariyeka rê nehatiye çêkirin. Ji ber vê yekê em mexdûr in. Em li vê derê di kirê de ne û em nikarin heqê kirêya xwe bidin. Em para deyn dikin û heqê kirêya xwe didin. Ji be vê yekê para bi me re namîne ku em mal bistînin.Tu kes nayê û mişterî jî tuneye. Ew ê di nav vê heriyê de kî bê û danûstandinê bike?Tu kes nayê. Em vê yekê ji rayedaran re dibêjin. Ger heqê kirêya me bidin me em ê kêfxweş bibin. Û ger lezê nedin xebatan ew ê zirara me 3 qetan zêdetir bibe.”

Dikandarên bi navê Ferhat Ateş û Nîzam Sîncar ên ku li kolanê dikandariyê dikin  jî bi heman awayî ji ber xelasnebûna xebatên rê gazin û giliyên xwe wisa anîn zimên.

Ferhat Yaşar: Mişterî ji ber xebatên rê nikarin werin danûstandinê, ji ber vê yekê em nikarin heqê mesrefên xwe derbixin. Divê demildest xebatên rê bên xelaskirin.

Nîzan Sîncar: Ji ber ku niha her derî dikolin mişterî nikarin werin, her der çal û kortik in. Ger mişterî neyê em ê çi karî bikin. Em niikarin heqê karkeran jî bidin. Em ji rayedaran  teleb dikin, bila li ser vê mexdûriyeta me bisekinin û demildest ev xebat bên xelaskirin.

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.