Pîreka bêkes digel 4 zarokên xwe dê li kolanê bimîne

Pîreka bêkes digel 4 zarokên xwe dê li kolanê bimîne
DIYARBEKIR-Pîreka bi navê P.Î. ya 34 salî li Taxa Mevlana Xalit digel 4 zarokên xwe hewil dide di xanîyeke bi kirê de jiyana xwe bidomîne destnîşan kir berî vê 9 salan zilamê wê dev jê berdaye û ew di nav perîşanî û zehmetîyê de ne.

“Heqê ceyran, av û kirê ketin ser hev”

P.Î. di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ji ber ew û lawê wê nexweş in nikarin di karekî de bixebitin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bû 9 sal ku min û zilamê min me dev ji hev berdaye. Lê belê di naveyna van 9 salan de ne zilamê min, ne malbata wî û ne jî malbata min alîkarîya me nekir û li zarokên me xwedî derneketin. Heta ku ji min hat nêzî 4 salan ez xebitîm. Dû re bi pereyên ku min ji xizmetên civakî stand min debara xwe kir. Lê belê ev pere têra min nekir. 4 zarokên min hene û her 4 jî xwendekar in. Heqê ceyran, av û kirê ketin ser hev. Ji ber ku ez nikarim heqê kirê bidim, xwedîyê xanî me ji xanî derdixe û ji me re dibêje berî ku hûn ji xanî derkevin heqê ceyran û avê jî bidin.”

“Em gelek zêde zehmetîyê dikşînin, em alîkarîya bi lez teleb dikin”

P.Î. di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber bêderfetîyan ew nikare mala xwe bar bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez mecbûr im xanîyeke bi kirê peyde bikim, lê ez nikarim ji heqê kirê derkevin, zêde ne. Em ê biçin kû derê, çi bikin ne diyar e. Em li sikakan mane û tu kesî me tuneye ku ji me re bibin alîkar. Min ji kî re got ji xwe re nekire derd. Ji ber nexweşîya di milê min û lawê min de em nikarin bixebitin.Ger karekî ku em karibin bikin bidin me em ê bixebitin. Em gelek zêde zehmetîyê dikşînin, em alîkarîya bi lez teleb dikin. Ji ber şert û mercên nebaş ez nikarim zarokên xwe bidim xwendin.”

“Ne êvara me ne jî roja me heye”

P.Î.yê ku diyar kir ew ji wê 820 lîreya ku ji xizmetên civakî distîne 550 lîreyan dide heqê kirê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em nikarin bi vê yekê debara xwe bikin. Zarokên min bi pîyatî diçin û tên mektebê. Ji naçarî min bo qîza xwe serwîsek girt, lê hêj deyna wê ya sala borî heye. Mala wî ava be şofêra serwîsê ji me re bû alîkar, lê belê ew jî dibêje êdî qîza neşîne. Pêdivîyên zarokên min hene, lê nikarin ji min re bibêjin. Bes dixwazin mekteba xwe bixwînin, lê belê bivê nevê li wir jî problem derdikeve ku ev yek jî min xemgîn dike. Ew ji min pêdivîyên xwe vedişêrin û ez jî tiştên ku nikarim ji wan vedişêrim. Lê hemû tişt bi şikleke eşkere di holê de ye. Ne êvara me ne jî roja me heye. Em digel zarokên xwe di malekê de ne, lê em ji hev re wek bîyanîyan in, tu kes bi tu kesî re xeber nade.”

P.Î. di dawîya axavtina xwe de diyar kir ji ber şert û mercên giran ew ji naçarî amûrên mala xwe firotiye û ew li benda alîkarîya xêrxwazan e.

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.