Ew ê bernameyên “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” bên tertîpkirin

Ew ê bernameyên “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” bên tertîpkirin
DIYARBEKIR-Ji teref Sekreterîya Giştî ya Platforma Evîndarên Pêxember ve derbarê bernameyên ku dê di meha Nîsanê de bê tertîpkirin de daxuyanîyek hat dayîn.

“Em li 30 navendan bernameyan tertîp bikin”

Cemît Cahîl Unsalê ku Sekreterê Giştî ya Platforma Evîndarên Pêxember e derbarê mijarê de hat destnîşankirin ew ê ji teref wan ve di bin navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” de li 30 navendan bername bên tertîpkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ê wek Platforma Evîndarên Pêxember îsal jî di meha Nîsanê de bernameyên xwe bidomînin û wê hewldana xwe ya yadkirin û vegotina Pêxemberê xwe bidomînin. Di vê çarçovê de wek platformê li 30 navendan bernameyan tertîp bikin. Em ê van bernameyên xwe di bin navê “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” de tertîp bikin.”

“Ez bangewazîya xwedîderketina van bernameyan li xelkê me dikim”

Unsal di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ê îsal jî seferberîya selewatan bidin destpêkirin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ew ê di bernameyan de bo Hz. Muhammed bê fêmkirin û bo sunneta Wî bê tetbîqkirin axavtin bên kirin, helbest û mewlûd dê bên xwendin. Ji niha ve ser xêrê be. Ez bangewazîya xwedîderketina van bernameyan li xelkê me dikim.”

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.