Mînareya Çar Ling ji nû ve ji ziyaretê re vedibe

Mînareya Çar Ling ji nû ve ji ziyaretê re vedibe
DIYARBEKIR-Hat ragihandin ew ê ew Mînareya Çar Ling a ku li Sûra Diyarbekirê di pevçûnên ku bi PKKyîyan re derketibû de zirar dîtibû û ev demek dîrêj e ku dîtin û ziyareta wê hatibû qedexekirin ji nû ve bo ziyaretê bê kirin.

Li Sûrê ji ber pevçûnên ku di sala 2015an de derketibûn operasyon hatibûn destpêkirin û ji ber vê yekê li wê herêma ku Mînareya Çar Ling jî di nav de ye qedexeya derketina derve hatibû îlankirin.

Bîlal Ozkanê Qeymeqamê Sûrê derbarê mijarê de diyar kir piştî 2 salan ew ê Mînareya Çar Ling ji ziyaretê re bê vekirin û li wan 12 dikanên ku li wê sikakê ne jî restore bê kirin.

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.