Yapicioglû çû sersaxiya Mûstafa Dayanê Yûsûfî

Yapicioglû çû sersaxiya Mûstafa Dayanê Yûsûfî
DIYARBEKIR-Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû çû tazîya Mûstafa Dayanê Yûsûfî yê ku ji bo weri sersaxiya bavê xwe ji girtîngehê destûr girtibû û di bin kontrola cendirmeyan de hatibû şîna bavê xwe zîyaret kir.

Mûstafa Dayanê ku ji ber nasnama xwe ya Îslamî ev 22 salê wî ye di zîndanê de ye û marûzî gelek îşkenceyan maye û hê jî mexdûrîyeta wî dewam dike ji ber ku bavê wî rehmet kiribû di bin kontrola cendirmeyan de hatibû şîna bavê xwe. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû çû şîna bavê Mûstafa Dayan û ji bo merhûm ji Xweda Rehmet, ji bo malbat û eqrebayên wî jî sersaxî xwest.

Sabrî Dayanê merhûm ji ber ku 2 damarên xwînber yên di serî wî de xetimî bûn felc bûbû û bi mehan neçûbû hevdîtina lawê xwe. Dayanê ku demeke dirêj di nexweşxaneyê de li unîteya lênihêrîna giran de bû wefat kir û bi hesreta lawê xwe yê Yûsûfî û çû bal Rehmeta Xweda.

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.