Kerwana Umudê ya Diyarbekirê rapora fealîyetan a meha adarê daxuyand

Kerwana Umudê ya Diyarbekirê rapora fealîyetan a meha adarê daxuyand
DIYARBEKIR-Di bergeha xebatên alîkarîyê de Kerwana Umudê ya Diyarbekirê bi şikleke bênavber xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne. Kerwana ku bi xebatên dike dengê xwe li derdorê daye hesandin rapora fealîyetên xwe yên meha adarê daxuyand.

Serokê Komeleya Kerwana Umudê ya Diyarbekirê Şahîn Elçî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û raporta fealîyetan a meha adarê bi raya giştî re parve kir.

Elçî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir armanca wan ew e ku ji kesên feqîr û jar re bibin alîkar û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di meha adarê de ji 442 malbatan re di bihaya 40 hezar û 966 lîre alîkarîya xurek, goşt, cil û berg ûm kirtasîyê, ji 83 malbatên Sûrî re di bihaya 16 hezar û 596 lîreyan de alîkarîya xurek, goşt, cil û berg û ji 106 malbatan re jî di bihaya 8 hezar û 480 lîreyan de alîkarîya goşt hat kirin.

Elelçî di dawîya axavtina xwe de bangewazî li kesên karsaz û xêrxwazan kir da ku di warê ji kesên feqîr re alîkarîkirinê de ji wan re bibin alîkar.

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.