Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Em bo hilbijartinan amade ne

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Em bo hilbijartinan amade ne
DIYARBEKIR-Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê di civîna çapemenîyê ya bi navê “Bo Meseleya Kurdan Babgewazîya Çareserîya Adil” de derbarê hilbijartinên pêşwext de nirxandinan kir.

Yapicioglu di nirxandina ku kir de derbarê mijarê de diyar kir ew bo hilbijartinê amade ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di meha çilê de YSK navên wan partîyên ku dê karibin bikevin hilbijartinan eşkere kir û dû re çend tişt li wê lîsteya ku weşand zêde kir. Di nav van navan de HUDA PAR tunebû. Li gor qanûnan HUDA PAR dikare bikeve hilbijartinan. Ez ê îro di seat 14.00an de Serokatîya Dîwanê kom bikim û em ê bo YSK vê xeletîya xwe sererast bike serîlêdan bikin. Em hêvîdar in ku YSK vê xeletîya xwe sererast bike. Em wek partî jî amade ne ku têkevin hilbijartinan.”

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.