Danezana bêedeb a li Fransa hat tel’înkirin

Danezana bêedeb a li Fransa hat tel’înkirin
DIYARBEKIR-Berî vê çendakî Serokkomarê berê yê Fransayê Nîcolas Sarkozy jî di nav de 300 kesên Fransiz danezanek belav kirin da ku ji Qur’ana Kerîm hinek ayet bên derxistin. Ev danezana bêedeb û kustax li Diyarbekirê hat tel’înkirin.

Di daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî ya ku ji teref sazîyên civakî yên siwîl ve hat tertîpkirin de hat destnîşankirin li dijî wan êrîşên ku li hember pîrozbahîyên Îslamê tên kirin nîşandana berteka herî bi hêz wezîfeya temamê Mislimanan e.

Deqa daxuyanîya çapemenîyê li ser navê sazîyên civakî yên siwîl ji teref Mehmet Şîmşek ve piştî nimêja înê li ber devê Mizgefta Mezin hat xwendin.

Şîmşek di daxuyanîya ku xwend de destnîşan kir dabeşbûna fikrî û şerên naxweyî yên li ser erdnigarîya Îslamê dagirkerên ku dijminê Îslamê wêrek dikin û ev yek dibe sedema qatlîam û îşxalên nû. Şîmşek dû re wiha got: “Ji alîyekî ve Amerîka û ji alîyê din ve Fransa digel siyonîstan di nav hevkarîyê de ne û êrîşên nû dikin. Ji ber ku welatên Îslamê reaksîyoneke bi qewet û tesîr nîşan nadin Amerîka qerara barkirina balyozxaneya xwe ya li Telavîvê li Qudsê da.”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de wiha got: “ Hakimîyeta van zalimên ku xwîna Mislimanan diherikenin dê heta heta berdewam neke. Heqîqetek e ku li pey helwesta Fransa ya derbarê Qur’anê de siyonîst hene."

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.