Ji ber nebesîya binesazîyê gelek mal di bin avê de man

Ji ber nebesîya binesazîyê gelek mal di bin avê de man
DIYARBEKIR-Do li Diyarbekirê ji ber barana zêde lehî rabû, ji ber kêmasîya xebatên binesazîyê gelek mal û kargeh di bin avê de man.

Li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê li taxa Şehîtlîkê di kolana 54an de gelek mal û kargeh ji ber kêmasîya xebatên binesazîyê di bin avê de man.

Ji kesên mala wan di bin avê de man Şûayp Kulkut îfade kir ku her gava ku baran bibare malên me di bin avê de dimînin em dixwazin karbidest çareserîyekê ji vê yekê re bibînin.

Kultuk, di berdewama axavtina xwe de wiha got: “Her gava baran dibare em marûzî vê yekê dimînin. Em bangî karbidestan dikin bila ji vê pirsgirêkê re çareserîyekê bibînin. Ava ku ji qanalê tê dikeve malên me. Em nikarin nimêj bikin, cilê me yê paqij neman. Em û cîranên xwe her tim mexdûr dibin. Her cara baran bibare malên me di bin avê de dimîne. Mekînê me yên şiştunê xira dibin. Eşyayên me yên elektronîk û dolabên me yên cil û bergan tev zirarê dibînin. Di malan de boyax namîne. Wekî mala min û cîranê min li Diyarbekirin gelek mal di bin avê de man. Ji ber kû binesazîya bajê ya 30-40 sal berê yê tev hedimîye. Em dixazin ji vê yekê re çareserîyek ji bin ve bê dîtin. Ji DÎSKÎ û karbidestan daxwaza me ewe ku bila ji vê yekê re çareserîyekê bibînin.”

“Ji ber kû binesazî hedimîye ewqas av tê hindur”

Yaşar Bûrak, jî îfade kir ku em bangî karbidestan dikin nayên û wiha got: “Em nikarin nimêj bikin. Zar û zêçên me tev perîşan bûn. Gel tên alîkarîya me û em avê ji malên xwe derdixin. Ev yekê heta ku here?”

Bûrak, di berdewama axavtina xwe de wiha got: “Temamê mala me, zexîra me û eşyayên me tevî xisar dît. Dolavên me yên raketinê jî zirar dît. Cîkî ku em pê de herin jî tineye. Em avê bi derfetên xwe derdixin û em malê ziha dikin. 5 saet derbas nabe av dîsa tê û mal di bin avê de dimîne. Zarokê me dê tevê enfeksyonê bigrin û nesax bikevin. Ji ber ku binesazî hedimîye ewqas av tê hindur. Divê şaredarîya me vê yekê vekolîn bike û li gor wê çareserîyekê bibîne.”

“Ev cara çaraye em vê mexdûrîyetê dikşînin”

Ji ehlê taxê Ahmet Yalçin jî îfade kir ku karbidest wezîfa xwe nakin û wiha got: “Em îşev saet di 03.00yan de rabûn. Di qatê binê avahîya med de 3 mal dijîn. Her 3 mal jî di bin ava pîs de mabûn. Meriv li kîja rogarê dinerin nava wê tije qirêj e. Ne şaredarî, ne DÎSKÎ û ne jî îtfaye wezîfa xwe nakin. Em bangî karbidestan dikin. Bila êdî van kêmasîyan bibînin û li van însanan xwedî derkevin. Îsal herî kêm ev cara çare van kesan tên mexdûrkirin.”

Ji mexdûran Nerîman Yokûşê jî îfade kir ku mala dîya wê ya qata dudan jî av ketîyê û tu tiştek xilas nekirine û wiha got: “Me qamyonek eşya avêtin derve. Ev du rojê me ye em perîşan bûn. Ava pîs derket heta qata duda ma kesên qata binî dê çêbikin? Ji DÎSKÎ yê daxwaza me ewe ku bila ji vê pirsgirêkê re çareserîyekê bibînin.”

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.