Li Diyarbekirê pevçûn: 5 mirî 2 birîndar

Li Diyarbekirê pevçûn: 5 mirî 2 birîndar
DIYARBEKIR-Hat ragihandin li gundekî Erxanîya Diyarbekirê di pevçûna ku ji ber nelihevkirina erd derket de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li gundê bi navê Develîya Erxanîya Diyarbekirê ji ber nelivekirina erd di navbera gundîyan de pevçûn derket. Di encama pevçûna ku derket de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes birîndar bûn.

Piştî ku bi pevçûnê hat hesîn re gelek yekîneyên tenduristîyê û cendirme hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Kesên birîndar bi ambûlansê  hatin rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.