Li Diyarbekirê qeza trafîkê: 2 mirî

Li Diyarbekirê qeza trafîkê: 2 mirî
DIYARBEKIR-Otomobîla bi plaqeya 72 EF 160 a ku ajokara wê Abdulsamet Kansu bû li mewqîya gundê Sînanê gindirî şarampolê. Di encama qezaya ku pêk hat de  2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin kesên bi navê Gulbahar Kansu, Zeynep Sagil, Seyran Yazici, Hatîce Gezîcî û Abdulsamet Kansu, bo tazîya nasekî xwe ji Sêrtê diçûn Diyarbekirê. Otomobîla ku ji tazîyê vedigerîya li mewqîya gundê Sînanê gindirî şarampolê. Di encama qezayê de Seyran Yazici û Hatîce Gezîcî li cihê qezayê jiyana xwe ji dest dan û kesên bi navê Gulbahar Kansu, Zeynep Sagil, û Abdulsamet Kansu giran birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.