Di 15ê Tîrmehê de xelk bo demokrasîyê derneket meydanan

Di 15ê Tîrmehê de xelk bo demokrasîyê derneket meydanan
DIYARBEKIR-Mehmet Şenlîkê Alîkarê Serokê Giştî yê Îttîhad-ul Ulema derbarê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku ji teref FETO ve hat xwestin bê kirin de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Şenlîk di nirxandina ku kir de destnîşan kir “Divê ev yek  bê zanîn ku ev yek zafera xelkê Mislimanan e.”

“Xelk bo demokrasîyê xwe berneda meydanan”

Şenlîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ew kesên ku îddîa dikin “xelk bi li demokrasîyê xwedî derkeve xwe berda kolanan” dixwazin mijarê berewajî bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew kesên ku li Tirkîyê li dijî darbê rabûn bo demokrasîyê xwe bernedan meydanan. Îddîayeke wisa berewajîkirina mijarê ye. Ew kesên ku îddîa dikin xelk bo demokrasîyê xwe berdane kolanan di eslê xwe ew kes in ku mexlûb bûne û dixwazin mijarê berewajî bikin. Lewra ew kesên darbeker û kesên ku darbekeran destek dikin li xweşa wan naçe ku ev yek zafera Mislimanan be. Ji dêla gotina zafera Îslamê gotina zafera demokrasîyê bi kar tînin û bi vê yekê li ser mexlûbîyetên xwe asê dikin. Divê ev yek  bê zanîn ku ev yek zafera xelkê Mislimanan e.”

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.