Li Diyarbekirê qeza: 3 mirî, birîndarek

Li Diyarbekirê qeza: 3 mirî, birîndarek
DIYARBEKIR-Hat ragihandin li Erxanîya navçeya Diyarbekirê di qezaya ku pêk hat de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî giran birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin qeza li ser Rêbeja Erxanî-Çermûkê pêk hat. Otomobîla bi plaqeya 16 DML 98 a ku ajokarê wê  Abdullah Ozçîftçî bû li mewqîya gundê Yolbulan li TIRa bi plaqeya 47 PZ 475 a ku ajokarê wê Bedrî O. Bû qelibî. Di encama qezaya ku li Diyarbekirê pêk hat de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî giran birîndar bûn.

Kesê birîndar hat rakirin nexweşxanê û ajokarê TIRê jî hat binçavkirin.

ÎLKHA

Hiç yorum yok

*Yorumlama Biçimi kısmından "Anonim"i seçerek kolayca yorum yapabilirsiniz.
*Küfür, hakaret vb. içeren yorumlar yayınlanmamaktadır.
*Yorumunuz editörlerimiz tarafından onaylandıktan sonra yayınlanacaktır...

Blogger tarafından desteklenmektedir.